sayinqella

This site attempts to contribute to the mutual respect and understanding between Kurds and Azerbaijani Turks

Friday, February 01, 2008

KÊSHEYA KURD U ECEMAN LI URMIYÊ

Saturday, May 20, 2006

KÊSHEYA KURD U ECEMAN LI URMIYÊ

Duh shevê 19 gulana 2006 bernameyek balkêsh li ser kêsheya navbera Kurdan och Turkên Azerbaycani li rojhilata Kurdistanê li Roj-TV de hebû. Di bernamê de Selah Mecidzade u Hesen Qazî li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Bernameyek bash bû, li ber ku di vê barê de agahî u ronîkirinên fireh pewîstin. Civata Kurdan li hember vê meselê hêjî negihishtiyê biryarek hevbesh. Tinê bi ronîkirin u munaqishe Kurd dikarin roleke diyar u bihêz bileyîzin. Nebûna helwêstek wisa derfet daye xêrnexwazên Kurdan bi awayek hêrishker cheperên xwe di vî warî ber bi pêsh binin. Mesele gehishtiyê vê astê ku turk li Kurdên bajarên Urmiye, Dîleman(Salmas), Xwê (Xoy) u Makûyê wekî mihacir dinêrin u heke derfetek bikeve destê wan, ev dê hemû Kurdên wan derane li ser mal u milkê wan derxînin. Li bîra me neche ku turkan(eceman) chawa Kurdên Celalî li devra Sahên Qacarî li Makûyê derxistin u birine Quchanê(Xurasanê). Em wergerin ser bernameya Roj-TV. Mirov dikarî du rebazên li hevdu cuda di vê bernamê de bibîne. Hêja Selah Mecidzade bi awayek vekirî li ser nasnameya kurdiya wan bajarên bakura Kurdistana rojhilat disekinî. Ji bo vê jî dixwast ku Kurd bi shik u guman li meselê nenêrin u bawerî bi mafê xwe yê kîrokî u ferhengî hebin. Vî digot ku Kurd sher naxwazim lê dibê bi awayek vekirî u bêtirs pêdagirtin li ser Kurdistanîbûna wan herêman bike. Shil u sist bûn rêyekê li pêshiya me naveke!
Nêrîna dî li aliyê hêja Hesen Qazi ve bû u vî zêdetir veki chepgirên berê behsa biratiya navbera Kurdan u turkan dikir, mirov wisa difikiri ku qey ev kurdin ku naxwazin biratiya gelên din bikin. Hesen Qazî helbet negot ku evder neyên Kurdan e. Lê mirov dikare fêmbike ku ev di vê baweriyê de ye ku her du miletên Kurd u turk jî xwediyê mafin li ser vê derê. Li vir em behsê mafê erdê dikin helbet. Nexwe ez jî bawer dikim ku hemû mirovên ku li Kurdistanê dijîn xwediyê mafeke yeksan u wekhevin. Lê Hesen Qazî meselê ev qas shil u sist digre ku tête vê wateyê ku ev heq dide idiayên turkên azerî ku ev derane erdê Kurdistanê nînin. Ango ev helwêsta Hesen Qazi avê dirêje ashê turkan u daxwazên wan rewa nisan dide.
Hebûna vê dubendiyê hêz dayê nasyonal-fashistên turk u ev li hemû deran bi awayek ashkera behsa derkirina Kurdan li Urmiye, Dîleman, xwê u Makûyê dikin. Li vê dema dumahiyê jî kesek bi navê Elîriza Nezmî Efshar nameyek ji bo serokê PDK-Î shandiye li vê barê u hemû nameya vî mirovê bêreje tijiye li nezimdîtin u bêhurmetîya Kurdan. Gefa li Kurdan dixwe u dibêje ku turk bi chi aweyekê qebûl nakin ku Kurd heta behsa wan bajarane bikin. Bersîva(ciwab) kak Mistefa Hicrî jî jixwe cihê munaqeshê ye birasti. Ev pirr perîshan u zelûl xwe pirr bichuk dike li hember vî bêheyayê turk u hîch pêdagirtin li ser Kurdîniya wan herêman nake.

Ez li ser vê baweriyê me ku em Kurd deqîqen wekî ku hêja Selah Mecidzade ji digot dibê bi xurtî ji bo nasnameya kurdiya wan herêmên Kurdistanê bixebitin. Ev ne bi vê manayê ye ku em sher dixwazin. Berwajî ya vê em sher naxwazin, em dixwazin ku destdirêjiya ser erdê bav u bapîrên me raweste. Ev dikare bi rêyek demokratik, yani bi rêya lêpirsînek(referandum) gishtî jî bête chareserkirin. Lê heke pêwîst be dibê Kurd xwe li chi tishtekî pash ve negirin ji bo parastina erdê xwe. Proseya diyarkirina sistemeka nû ji bo idarekirina Îranê li pêshiya me ye. Ev rêjîma heyî nikare zêde li hember gushar u givishandinên navneteweyî raweste. Lema dibê Kurd amade bin ku bi hemû vesîle u rêbazan giraniya xwe bidin nishandan u tixûbên Kurdistanê li ser bingeha dîrokî u ferhengî garantî bikin.
Mirov dikare helwêsta mirovdostiya hêja Hesen Qazî fêmbike heke mirov li Ewrupa bijî. Li ber ku li Ewrupayê gellek mijar heya kesheyên mezin jî li rêya gotubêj u muzakere de têne hel u chareserkirin. Lê li herêma rojhilata navîn, bi taybetî di gel turkan ev rebaz u bochûn zêde karger nabe u li dumahiyê jî yên dorrandiyî di bibin em. Le ber ku li gellek deran me dîtiye ku nebûna helwêstek bihêz u hevbesh zerer u ziyanek gellek mezin daye Kurdan.
Roj-TV rolek pirr girîng leyîst bi vê bernamê u ez bi hivîme ku ev dê berdewam bin li ser vê babetê, li ber ku ev tishtek heyatiye ji bo me kurdên rojhilatê. Hivî dikim ku gellek kesatî u rêxtinên din jî tevlî vê munaqishê u gotubêjê binbin heya ku em bigihîjin helwêst u stratêjiyek hevpishk di vî warî de.

0 Comments:

Post a Comment

Subscribe to Post Comments [Atom]

<< Home