sayinqella

This site attempts to contribute to the mutual respect and understanding between Kurds and Azerbaijani Turks

Monday, July 21, 2008

KCK: XEBATAN BI KURDI BIKIN

Yeni Ozgur Politika 21 Temmuz 2008

ZIMAN


Komîteya Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî ya KCK’ê di navbera 16-18’yê tîrmehê de li Herêmên Parastina Medyayê Civîna xwe ya berfireh pêk anî.

Di encamnameyê de hate xwestin divê hemû sazî û dezgehên kurdan bi zimanê kurdî xebatên xwe bimeşînin. Civîna Komîteya Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî ya KCK’ê bi tevlibûna Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, endamên Konseya Rêveber ên KCK’ê, endamên KJB, YJA, PYD, PÇDK, Qada Civakî û bi beşdariya nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê û Rûsyayê pêk hat. Di civînê de xebatên Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya KCK’ê, pişaftin û xwepişavtina (asîmîlasyon û oto-asîmîlasyona) li ser zimanê kurdî her wiha xebatên giştî yên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Di civînê de hate destnîşankirin ku zimanê kurdî bi talûkeyeke mezin a asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê jî hate destnîşankirin ku divê xebatên hemû sazî û dezgehên kurdan bi zimanê kurdî bêne kirin da ku pêşî li asîmîlasyonê û oto-asîmîlasyonê bê girtin. Her wiha rexne li hemû rêxistin, sazî û dezgehên kurd ên ku bi zimanê biyanî xebatan dimeşînin hate girtin û careke din bang li hemû sazî û dezgehan hate kirin ku bi zimanê kurdî xebatên xwe bimeşînin.

Piştî nîqaş û nirxandinên berfireh ên ku sê rojan dom kirî, delegasyona civînê gihîşt van biryaran. Beşdaran xebatên Komîteyê yên heta niha nirxandin, ev xebat birûmet dîtin lê destnîşan kirin ku ev xebat têrê nakin. Lewre biryar hate girtin ku li her cihê ku kurd lê dijîn xebatên ziman bêne xurtkirin. Biryar hate girtin ji bo ku perwerdehiya bi zimanê kurdî bi pêş bikeve bi awayekî lezgîn mamosteyên zimanê kurdî bêne gihandin.

Beşdaran bang li hemû rêxistin, sazî û dezgeh, siyasetmedar, rêveber û kadroyan kir ku di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî bingeh bigirin û hemû kar û xebatên xwe bi zimanê kurdî bidin meşandin. Beşdaran bang li gelê kurd kir ku nivîsên li ser kêliyên gorên miriyên xwe bi zimanê kurdî binivîsin. Beşdaran bang li dewleta Tirkiye, Îran û Sûriyeyê kir ku dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, zimanê kurdî nas bikin û têxin bin ewlehiya zagona bingehîn. Her wiha ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê kurdî perwerdehiyê bidin.

Beşdaran girîngî û dewlemendiya zaravayên kurdî destnîşan kir û ji bo parastin û pêşvebirina zarwayên kurdî û standartkirina zimanekî hevbeş bang li zimanzan û akademîsyenên kurd kir ku di vî warî de rola xwe bilîzin. Beşdaran ji bo Akademiya Ziman a ku dê li Amedê bê avakirin piştgiriya xwe dan nîşan û destnîşan kirin ku divê di zûtirîn demê de ev akademî bê avakirin.

Beşdaran bang li gelê kurd kir ku di çarçoveya pêngava Êdî Bes e de li rûmet û zimanê xwe, li parazwanê rûmet û zimanê xwe Rêber APO xwedî derkeve û di her şert û mercan de van rûmetên xwe biparêze û destûr nede ku tu hêz zimanê wî asîmîle bikin.
Beşdaran bang li gelê kurd bi taybetî jî dayikan kir ku di her qadê de daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bikin û di vê çarçoveyê de her kurdek mal û saziya xwe bike dibistaneke zimanê kurdî.

ANF / BEHDÎNAN

0 Comments:

Post a Comment

Subscribe to Post Comments [Atom]

<< Home